Print

Nesrullah: Kêşeya Amerîkayê ligel Îranê nûkleerî nîne / DAIŞ heyîneke seretanî ye

Brief

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê got: Kêşeya rastîn a Amerîkayê ligel Îranê ev e; Têhran sedemê eslî û rasteqîn ê têkçûna plana Amerîka û Erebîstanê li heremê ye, lewra vî welatî bi piştewanî terorîzmê tewanbar dikin.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê di merasîma roja heftemîn a şehadeta Elî el-Aşiq û Mihemed Hesen Nasiruddîn de sersaxî li malbeta her du şervanên Hizbullahê kir û li ser keseyatî û sifatên exlaqî yên her du şehîdan ên ku di rojên şîndar ên Miheremê de li Sûriyê şehîd ketibûn, sekinî û got: Mihemed Hesen Nasiruddîn hîna 20 salî bû ku şehîd ket û ji zarokatîyê de girêdayî dîn û cîhadê bû.

Emdamê Libnanî yê Konseya Bilind a Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê wiha lê zêde kir: Bi dehan şehîdên ciwan ên berxwedanê hene ku yekane zaroyên malbetên xwe ne, helbet em ne ligel vê yekê ne ciwanê ku tekane zaroyê malbeta xwe ye, bêyî destûra dêûbavê xwe were telvî enîyên cîhadê bibe, lê pirsa ku li vir tê holê ev e; çi kartêger dibe baîs ku ev zaroyên mezin an biçûk biçin enîyên şer û şehîd bikevin?

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê, derbarê Şehîd Elî Hadî el-Aşiq ku bi Hec Ebbas navdar e got ku ew yek ji fermandarên operasyona azadkirina yekem a başûrê Libnanê li sala 2000an bû. Hec Ebbas di şerên cîhadî de ji fermandarên sereke yên Hibullahê û her wiha yek ji fermandarên operasyona azadkirina diyem a Libnanê bû.

Seyîd Hesen Nesrullah bal kişand ser ku Hec Ebbas di şerê li dijî terorîzmê de ji operasyona Quseyrê heya şerê dawîn ê li Cerdûda Ersalê û herba Qelamûnê li hemû qadan hebû.

Seyîdê berxwedana Libnanê got: Cihgirtina yekser a Hec Ebbas di xeta pêşîn a şer de girîngtirîn taybetîya wî bû. Di her şerî de hema telvî enîya pêvçûnê dibû û nediket şikê.

Sekreterê Giştî yê Hibullaha Libnanê wiha dirêjayî da axiftina xwe: Xwîna şehîda ye ku dibe baîs serketin pêk werin û li dehatûyê dibe sedama serketinê. Ev kes li deşta Sûriyê ya ku mesaheya wê bi deh hezaran kîlometre ye û bajarên Dêyre Zorê, Meyadînê, Bûkemalê û sînorên Sûriyê û Iraqê digre nav xwe, şehîd ketin.

Wî lê zêde kir: DAIŞ li vê dema dawîn ji piranî gund û bajaran derketiye. Hin kes wer bawer dikin ku şopandina DAIŞê heya sînorên Surîye û Iraqê divê bê sekinîn lê heger ev şopandin devam neke tê vê wateyê ku dê DAIŞ careke din êriş bike, ji ber ku armanceke din a DAIŞê tineye û karê vê koma terorîst tenê qatlîam û teror û kavilkirin e. Heke ne ji hewldanên dawîn ên artêşa Sûriyê û têkoşerên berxwedanê bûya bi îhtimaleke mezin şer di qonaxeke dî re derbas dibû.

Seyîd Hesen Nasrullah wiha dewam kir: Hin kes hene ku li pêyî asteng kirina şer ligel DAIŞê ne û li dûyî paşvexistina vî şerî ne û yên ku li pêyî vê yekê digerin jî, Amerîkî ne.

Wî got: Amerîka qet naxwaze ku DAIŞ li bilindîyên li sînorê Lîbnanê ji nav biçe û loma zext anî ser dewlet û artêşa Libnanê û alîkarîyên xwe ji artêşa Libnanê ji bo demekê qutkirin. Amerîka qet nalezîne ku DAIŞ bi dawî bibe, çiko armanca xwe tinekirina artêş û neteweyên navçeyê û xwînrijandin e û divê DAIŞ hebe daku di demeke herî zêde ya guncav de vê erka bi cî bîne.

Seyîd Hesen dirêjayî dayê û got: Em li navçeyê hatine hemberî planeke nû ya Amerîka û Erebîstanê û di gava ewil a vê plangerîyê de dixwazin Komara Îslamî ya Îranê bikin armanca êrîşê. Kêşeya rastîn a Amerîkayê ligel Îranê ev e ku plana Amerîka û Erebîstanê li herêmê ji hêla Îranê ve hate têkbirin û ji ber vê yekê vî welatî bi piştgirîya terorîzmê tewanbar dikin û mûra piştgirîya terorê lê dixin.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê bi berdawî got: Emê li benda daxuyanîyên Trump ên li ser stratejîya Amerîkayê ya li dijberî Îranê biminîn û ev mijare dê bandora xwe li ser tevahiya navçeyê bike. Hin gotin derheqê polîtîkayên nû yên li dijberî Hibullahê hene ku heta Rusya jî van napejrine, çiko Moskova û Têhran xwe diparêzin û polîtîkayên nû yên li dijî Hizbullahê ji ber vê mekrê ne ku bi şanazî beşdarî serketinan û têkçûna plangerîyan bûye.

Wî destnîşan kir ku Amerîka li dûyî dirêjkirina temenê DAIŞê ye û heke ne ji dewlet û gelê Iraqê bûya şerê li dijî DAIŞê bi salan dewam dikir. Memûrîyeta DAIŞê kavilkirina Libnanê, Sûriyê û Iraqê û tinekirina artêşan û neteweyan e.

Nesrullah diyar kir: Ya ku li navçeyê diqewime, sernaryoya Amerîkanî- Siûdî ye û bêguman ev senaryo li Iraq û Libnanê têkçûye û li Sûriyê jî giştîye ber têkçûnê.

Wî eşkere kir: Balyozê Erebîstanê yê Iraqê got, ambargoyên Amerîkayê meseleyê çareser nake. Samir Subham bi hêza herêmî ya Hizbullahê dizane û îz`an dike ku li hemberî Hizbullahê derketin tenê bi rêya hevbendîya navneteweyî ya bibiryar pêkan dibe.

Seyîd Hesen Nesrullah destnîşan kir ku Erebîstanê li dijî Yemenê şer ferz kir û hêzên xwe şandin Behreynê û nahêle di nava alîyên Yemenî-Yememî de û her wiha di nava alîyên Beyreynî-Behreynî de goftûgo bêne kirin.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê bal kişand ser ku aştî û aramîya navçeyî vê çaxê dikare pêk were ku Erebîstan li quncekî rûne û dev ji piştgirîya komên terorîst berde. Ji Yemenê, Behreynê û Iraqê bigre heya Pakistanê yê ku nahêle li welatan aştî pêk were Erebîstan bi xwe ye û Îsraîl li kêleka vî welatî dibe asteng li ber pêkhatina aştî û aramîya navçeyî.

Nesrullah li dawîya axiftina xwe ameje bi mijarên navxweyî yên Libnanê kir û got: Serokkomarê Libnanê Mîşel Awn ne keseke ku ji hêla Hizbullahê ve hatibe erkdarkirin, lêbelê tiştê ku Amerîkîyan bêhêvî dike ev e ku ew li dûyî serokkomarekî wezîfedarkirî û girêdayî balyozxaneya Amerîkayê digerin lê Mîşel Awn nûnerê exlebê gelê Libnanê ye û wek sîgortaya neteweyî ya rastîn tê hesibandin.

Print

Êrîşa esmanî ya Tirkiyê li ser bakurê Iraqê

Brief

Rayedarên ewlehiyê yên Tirkiyê qala opêrasiyona esmanî ya artêşa vî welatî li bakurê Iraqê kirin.

Malpera têlêvîziyona TRT`ya Tirkiyê îdia kir ku pênc endamên PKK`ê li êrîşa firokeyên şêrr ên Tirkiyê ser baregehên wê li bakurê Iraqê hatine kuştin.

Êrîşên esmanî yên Tirkiyê bi mehneya şerê dijî endamên PKKê li halekî ye ku dewleta Iraqê bi caran nerazîtiya xwe li vî warî da ragihandiye berpirsên tirk.

Bexda dibêje artêşa Tirkiyê nabe ku bi mehneya êrîşa li ser komên dijber, qada esmanî ya vî welatî bin bike.

Li gorî hin rapora, li êrîşên esmanî yên Tikriyê ser bakurê Iraqê heta niha bi sedan welatioyên asayî jiyana xwe ji dest dane.

Print

Şirove – Li gorî nêrîna Rêberê Înqilabê sedemên dijminiya Amerîkayê bi Îranê re

Brief

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, hezretê ayetullah Xamineyî sibeha roja çarşemiyê li hevdîtian digel bi sedan kes ji bijardeyên ciwan û biferast û sereke yên zanistî, bal kişande ser armancên Amerîkayê yên dijminatiya tev Îranê û xaline girîng li vî warî da hilêxistin.

Wî bal kişande ser qutkirina tam a girêdayîbûna Îranê bi Amerîkayê û bi bîr xist: ``Dijmin bi şopandina guhertin û çalakiyên Komara Îslamî ya Îranê ji ber guherîna `Welatekî paşketî û girêdayî` bo welatekî `Bibandor , xwedana hêz û iqtidara ber bi zêdebûnê ya siyasî, berevanî û zanistî` tam hêrs û bi giranî nîgeran bûye``.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî dijminatiya Rêjîma Amerîkayê tev gelê Îranê ji heman rojên destpêkê yên serketina Înqilaba îslamî bi bîr xist û got: ``Wan rojan ne behsa enêrjiya atomê hebû û ne mûşek û ne bandora navçeyî, lê amerîkîyan fam kiribûn ku bi serketina Înqilabê, Îran wek welatekî `Bindest, fermanber û pirrqazanc` ji destê dane``.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî rêjîma pirr şerût a Amerîkayê bi gotina durust a îmamê rehmetî ``Şeytanê Mezin`` û ``Şeytanê Ekber`` da zanîn û bi bîr xist: ``Hikûmeta Amerîkayê, damezirînera tora bixeter û qirêj a siyonîsma navneteweyî, dijminê gelên serbixwe û sedema pirraniya şeran li navçe û cîhanê ye û weke silûkan dil heye dar û nedarê miletan bimije``.

Xala girîng ku li gotinên Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî hatiye destnîşankirin, pêwîstiya fikirîna kûr li ser vê yekê ye ku sedema sereke ya dijminatiya Amerîkayê digel îranê pûçbûna nexşeyên Amerîkayê li navçeyê ji wan li Sûriye, Libnan û Iraqê ye ku sênaryoyên parçekirin û duberetîçêkirinê yên Amerîka û Israîlê bêkêr kirine. Amerîka dixebite da ku hêrs û xezeba xwe ji Îranê di bin îdiayên nediyar û gotinên qirêj û pîs li çarçova dijayetiya digel Lihevkirina Navokî bîne zimên û heta wê radeyê ku diakre hewil dide ku Ewropayê jî li warê dijayetiya digel Lihevkirina Navokî bike hevriyê xwe.

Eger çi ku yekîtiya Ewropayê derheqê Lihevkirina Navokî helwêsta xwe ya dijayetiya digel Amerîkayê diyar kiirye; Lê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li vî warî da şîreteka girîng jî li ewropiyan kir û got: ``Ewropî divê li hemberî karên dewleta Ameîkayê ji wan binpêkirina Lihevkirina Navokî wekî bokotên ku çaverê ne ji Kongreyê derkevin, rawestin û xwe ji hevdengiya digel Amerîkayê li babetên weke hêza berevaniyê ya Îranê û hebûna Îranê li navçeyê dûr bikin; Ji ber ku em qet hevdengiya ewropiyan digel zorbêjiyên Amerîkayê qebûl nakin``.

Rayedarên Amerîkayê neçar in ku vê rastiyê qebûl bikin ku vê carê jî derbarê Îranê li hesab û planên xwe tûşî xeletî û şaşitiyê bûne. Wisa ku Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî bi bîr xist hisabên visa tenê diakre encama ``Bişûndamayîneka zihnî`` be ku xeyal bike dikare Îranê bike mehneyek ji bo bidestxistina armancên xwe. Amerîkayê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ku rê li ber serêxwegirtina armancên bixeter ên Amerîka û DAIŞ`ê li navçeyê girtiye, dêxe nav lîsteya komên têrorîst; Li halekî ku El Qaîde û DAIŞ`ê ji aliyê Amerîkayê va hatine damezirandin û hatine piştgirîkirin. Trump bi van cûre kiryar û helwêst ji ser ehmeqiyê nîşan da ku têgihîştineka rastbînane ji berbihurî û niha ya Amerîka û Îranê tune. Îran dema ku Obama Kulmê Hesin ê Amerîkayê bi gotina Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, di bin lepikeka mexmelî niximandibû û qala guhertinê dikir, ji bihîstina van gotinan serxweş nebû ku îro ji gef û devûjeniyên Trump bitirse.

Print

Hevgirtîyên hertimî yên Amerîkayê û welatên din ên cîhanê li rex Îranê û rêketinama navokî man

Brief

Serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser berteka civaka cîhanî li hemberî gotinên dijî Îranê yên serokomarê Amerîkayê û pêgirî kir: Hevgirtîyên hertimî yên Amerîkayê û welatên din ên cîhanê bi aşkirayî li rex Îranê û rêketinama navokî ya digel Koma 5+1`ê man.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro danê êvarê li civîna konseya bilind a inqilaba çandî bal kişand ser propaganda giran a delweta Amerîkayê û lobîya sîyonîstan têkildarî ragihandina istiratêjîya nû û pêngava li hemberî Îranê got: Serokomarê Amerîkayê tiştek bilî dubarekirina buxtan û tawanbarkirinên pûç û kevin ji ob gotinê tinebû û tifaqa navxweyî ya Îranê û piştgirîya yekperçe ya cîhanî ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û hevkarîya tev Îranê, yê berpirsên sîyasî yên dewleta Amerîkayê neçar bike ku paşda vekişin û venihêrînê li sîyasetên xwe bikin.

Rûhanî bal kişand ser neyarî û dijminatîyên Amerîkayê li hemberî Îranê yên ji destpêka inqilaba islamî heta niha û got: Axavtina wiha sivik û pûç têkildarî gelê Îranê ji hêla serokomarên Amerîkayê ve bêmînak bûye û berî her tiştî nîşana nakokî û rewanebûna navxweyî ya wan û dilgiranîya Waşîngtonê ji zêdebûna hêza navçeyî û rola berfire ya Têhranê li peywendîyên navnetewî ye.

Serokê Komara Islamî ya Îranê tezahura têkildarî peymanşikênîyê ya serokomarên Amerîkayê jî bêmînak zanî û got: Ibtalkirina sozên netewî û dewleta berê ya Amerîkayê yên wek sîgorteya civakî û ibtalkirina sozên dualî û navnetewî wek peymana Av û Hewayê ya Parîsê, UNESCO û peymanên ticarî, bûne sebeb ku delweta niha ya Amerîkayê bikeve serbejêrîya tenmayîn û bêhitbarîyê.

Rûhanî herwiha ``pêbawerîya gelê Îranê li Nizama Islamî û dewletê û hêvîdarîya wan têkildarî pêşerojê`` sermîyana herî mezin ji bo sekinîna li hemberî xêrnexwazan zanî û pêgirî kir: Gotinên vê dawîyê yên Trump bi saya zanebûn û berxwedana gelê Îranê hatin pûçkirinê.
.............
300

Print

Fermana Ebadî ji bo daliqandina alaya Iraqê li Kerkûkê

Brief

Serokwezîrê Iraqê ferman da ku alaya vî welatî li Kerkûkê bê daliqandin.

Li gorî rapora kanala Al Alamê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro li daxûyanîyekê ragihand: Alaya netewî ya vî welatî divê li banê sazî û dezgehên delwetê li parêzgeha Kerkûkê û deverên din ên nakokbar û di bin kontrola kurdan de bê bilindkirin.

Hêzên iraqî îro li dewama pêşdeçûna xwe derbasî bajarê Kerkûkê bûn.

Berpirsekî pilebilind ê wezareta nifta Iraqê jî ragihand ku hêzên iraqî yê pêşerojeke nêzîk de hemî meydanên niftê yên parêzgeha Kerkûkê bêxin bin kontrola xwe û sûdwergirtina wan meydanan di pêşerojeke gellekî nêzîk de yê destpê bibe.

Ew bîrên niftê ji dema êrişa koma têrorîst a DAIŞ`ê di Hezîrana sala 2014`an ve ji destê hêzên iraqî derketibûn û piştî ku derbên giran li vê komê ketin, hêzên Pêşmerge ew xistin bin kontrola xwe.

Çavkanîyên nûçan ên Iraqê herwiha ragihandin ku partîyên kurdan nivîsgeh û navendên xwe li bajarê Mendelîyê li rojhilata parêzgeha Dîyalê li rojhilata Iraqê vala kirine.
.............
300

Islamic News